Ji bo avakirina hikûmeta nû Elî Zeydî hat erkdarkirin

Serokkomar Nizar Amêdî, namzetê Çarçoveya Hemahengî Elî Zeydî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir; Zeydî divê di nava 30 rojan de kabîneyê ava bike.

Li Iraqê piştî ku Elî Zeydî ji aliyê Çarçoveya Hemahengî ve weke namzetê serokwezîrtiyê hate nîşandan û şûnde, Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî wî ji bo avakirina hikûmeta nû erdkar kir.

Li gorî madeya 76’an a Destûra Iraqê divê Elî Zeydî di nava 30 rojan de ji bo avakirina hikûmeta nû kabîneya xwe ava bike û pêşkêşî Parlamentoyê bike.

Li gorî madeya 3 û 5 eger di dema hatî diyarkirin de Elî Zeydî nekarî hikûmetê ava bike, Serokkomarê Iraqê dikare yeke din ji bo erka avakirina hikûmetê destnîşan bike. 

Îşev Çarçoveya Hemahengî li hev kom bû û namzetiya Elî Zeydî teqez kir.